Hêrodotos, Hêrodot an jî Hêrodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς, lat. Herodotos Halikarnāsseús Hêrodotosê Halîkarnasosî; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), m.
(425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Hêrodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Hêrodot tê naskirin.
| |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | c. 484 b.z. |
Mirin | c. 425 b.z. Thurii |
Hevwelatî | Halicarnassus |
Pîşe | |
Xebat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hêrodotos li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hikûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn.
Hêrodotos pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.
Dîroka Hêrodot
“ | Qederka mirov heye û dimire û ji bo we hişên xwe jî hene. | ” |
“ | Kesî wekê bêhiş tune ko, ew şûna aşitiye cengê helbijire. Oudeis gar huto anoétos esti, ostis polemon pro eirénés hairëetai. | ” |
“ | Di aşitiyê de zarok bavên xwe gorî dikin, di cengê de jî bav zarokên xwe gorî dikin. | ” |
“ | Misir Nîl e û Nîl jî Misir e. | ” |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hêrodotos, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.