bêvaciya Bêvacî

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan: Aniha hevalê @Bikarhêner: Min ji bo guhertina peyvan ( ez nizanim kîjan mînak ) pir giran rexne dike .

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Guhertin de

Guhertin

Lê ew ji xwe re maf hilda , guhertina hevalê @MikaelF: betal kir û sernavê Jinên qatên bilind (pirtûk) û wek Jinên qatên bilind (kitêb) guherand. Ango ew him min pir rexne dike him jî durûtî dike . Hevalê Bikarhêner dilsoziya zimanê kurdî ne dipejirîne û vegera " Kurdiya medresî " û zordestiya biyaniyan dixwaze . Naxwaze em bêjin pirtûk. Bila bêjin kitêb . Naxwaze em bêjin mamoste. Bila bêjin mielim hwd . Ji bo hevok em dikarin kitêb binivîsin . Lê ji bo sernavên gotaran û kategoriyan me heta niha hema pirtûk nivîsand. Avestaboy (gotûbêj) 22:14, 2 tîrmeh 2022 (UTC)

Silav Avestaboy, ez jî li dîjî peyvên biyanî me lê divê em xeynî çewtiyên mezin, wîkîpediyayê ewqasî neşidînin. Bila armanca me yê sereke ensîklopediyek bi gotarên baş û zimanekî zelal be. Penaber49 (gotûbêj) 05:11, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

@Penaber49: Ez na bêjim ku em hemû peyvên biyanî ji Wîkîpediya derxin. Mesela ji bo peyva înternetê peyveke kurdî tun e . Lewma em dikarin wê peyvê bikar bînin . Eger ema peyveke kurdî he be jî ez paşê wê peyvê hevyaz ( tercîh ) dikim. Carinan peyvek biyanî ji peyva kurdî zêdetir tê bikaranîn ( Mesela siyasetmedar ji bo ramyar ). Lê peyva pirtûk ji aliyên medyayên kurdî ve ji peyva kitêb pirtir tê bikaranîn. Lêbelê, hinek kes vê yekê na dipejirînin. Dîroka gotara Pirtûk binêr e . Ew gotar çend caran hat guhertin. Aniha min dît ku @Bikarhêner: dîsa sernavê pirtûk wek Kitêb guherand. Avestaboy (gotûbêj) 07:45, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

@Penaber49: , @MikaelF: Ez naxwazim bêjim ku mesela sernavê gotara siyasetmedar wek ramyar biguherînin. Ji ber ku peyva siyasetmedar ji peyva ramyar zêdetir tê bikaranîn. Lê peyva pirtûk ji aliyên medyayên kurdî ji peyva kitêb pirtir tê bikaranîn. Google Werger jî peyva pirtûk ji peyva kitêb pirtir bikar tîne. Em nikarim wê rasteqînê paşguh bikin . Avestaboy (gotûbêj) 09:46, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

Silav @Bikarhêner, MikaelF, û Avestaboy: divê em li vir bi aqilekî hevpar tevbigerin û dengê hevdû seh bikin. Dibê kêmasiyên herkesî çêdibin, divê bi zimanek xweş hev hişyar bikin. Pirtûk jî Kitêb jî heman peyvin. Hevalê Avestaboy ji kerema xwe dema kesî pêşniyarek ji te re got binirxîne, kes xirabiya wîkîpediya kurdî naxwazê. Hevalê Bikarhêner ji kerema tu jî hinek bêhn fireh biaxive. Niqaşê bi vî awayî tu feydeya wê ji me re tuneye. Penaber49 (gotûbêj) 12:06, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

@Penaber49: Problema min bi te û @MikaelF: tune . Dikar be ku helwest û dîtinin me cuda bin . Ema ew tiştek normal e . Ez jî mirovim. Ez jî çewtî dikim. Min biborînin ji bo wan çewtiyan . Lê ew nivîsandina hevalê @Bikarhêner: na be . Bê şerde û terbiye ne . Bixwînin ku çi nivîsand: Avestaboy tu hê jî dewam dikî guherandina peyvên li ser Wîkîpediya kurdî. Ev der ne çiftliga bavê te ye. Ez dibêjim tu însanekî bêfam î jixwe. Ev bû 10 carê ku tekrar dikim, lê mecbûr im ku carekî din bibêjim.Tu însanekî pir cahil î. Fam nakî, nizanim bi yekî bi qasî te cahil re çawa bidim famkirin, lê divê dîsa îzah bikim. Xêra xwe Wîkîpediya kurdî xira neke û dev ji vir berde. Xebatên te tenê zerarê dide Wîkîpediya kurdî. Xebatnexeş ji te re. Bersiva min : Temam ew ne cotgeh û çandingeh a bavê min e . Helbet ew ne cotgeh û çandingeh a bavê te jî ye . Te xwe gotara pirtûk ku ji aliyê @Luqman: ve hat nivîsandin guherand .

Avestaboy (gotûbêj) 14:05, 3 tîrmeh 2022 (UTC) 

Silav Avestaboy, ez dibêjim ne hewceyê van ziman û peyvên ne xweş bû. Divê win herdu alî jî, nîqaşê bidin rawestandin. Penaber49 (gotûbêj) 14:19, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

@Penaber49: Ez naxwazim şer bikim . Lê hevalê Bikarhêner min rexne dike . Ema bi xwe diçe û bê kontrol û dizîka sernavên gotaran û peyvan diguherîn e .Ew ne tenê guhertinên min betal dike ew guhertinên hevalê @MikaelF: jî betal kir. Lewma hevalê MikaelF ji tirsa xwe re him peyva kitêb him jî peyva pirtûk ji sernavê vê gotarê derxist. Ew na be ema ku ew mirovên ezperest xebatên hevalê MikaelF xirab bikin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 14:51, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

    Merheba ji we re, weke birêz @MikaelF: jî gotî, hêvî dikim hûn dev ji vê pevçûna bêfeyde berdin. Hûn ne dijminên hev in. Ev der mala hemû parêzvanên kurdî ye. Ji dêla pevçûnên wisa hûn dikarin enerjiya xwe ji bo xebatên kêrhatî bi kar bînin. Ji kerema xwe Pênc hîmên Wîkiyê bixwînin. Gelo @Bikarhêner: tu dikarî bi xêra xwe ji me re bidî fêhmkirin ka çi feydeya vê guhertina peyvên pirtûk-kitêb heye? —Gomadapeyam 16:34, 3 tîrmeh 2022 (UTC)
      Gomada, @Avestaboy çend salê ku bi serê xwe peyvên di gotarên Wîkîpediyaya kurdî de ne diguherîne. Mîsalen kitêb dike pirtûk, aktîv dike çalak, xeletî dike çewtî, "defter", "ders", "mekteb" gelek peyvên din ên kurdî yên riherebî an rih-zimanekî-din bi serê xwe diguherîne.
      Min di berê de jî guhertinên Avestaboy gelek caran paşde zivirand, min ji Avestaboy re nivîsî ku ev tiştê dike xelet e, lê çend sal bû ku ew dewam dike. Heya vêga gelek peyvên Wîkîpediya kurdî bi serê xwe guherand. Peyvên ku ew diguherîne, peyvên kurdî ne ku di temamê ferhengên kurdî de cih digirin. Avestaboy hêj vê yekê nizanibû ku ew peyv peyvên kurdî yên riherebî ne, ew zen dikir ku ev peyv peyvên "nebikurdî" ne. Ev peyvên ku diguherîne peyvên kevnare nin ku ta ji dewra Ehmedê Xanî heya vêga likar in. Û di praktîkê de hê jî tên bikaranîn. Avestaboy an praktîka kurdî nizane an jî bi nezanî wisa hereket dike. Lê piştî ewqasî hişyariyan dewam dike hereketên xwe, ev jî niyetxirabiya wî nîşan dide. Di praktîkê de zimanê kurdî ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê û ji ber hin sedemên din ên wekî nehişyarbûna miletê me hwd. zimanê kurdî îro di rewşeke xirab de ye, ev jî qebûleke giştî ye. Ev halûhereketên beredayî yên kesên mîna Avestaboy zerareke kûr dide ziman û miletê me. Îlmê Avestaboy yê zimanzaniyê jî nagihe min, lê bi eksa min çend salan dewam wisa kir.
      Avestaboy van deman guherandina peyvan kêmtir kiriye, piştî çend salan hêj nû (piştî ewqas hişyariyên min) hêj nû hinek tiştan fam kiriye (ev jî nîşaneya cehaleta wî ye, cehaleteka ewqasî kûr cardin tebrîk dikim). Lê belê hê jî peyvan hindik hindik be jî dewam dike guherandinê.
      Min vê mijarê li ser Dîwana Wîkîpediyaya kurdî nivîsî. Lê rêvebirên wekî te an wekî MikaelF cewab nedan û tedbîreke negirtin. Wîkîpediya wekî xebateke kollektîv dimeşe, lewma divê qerar ji aliyê piraniya bikarhênerên aktîv bên dayîn. Avestaboy zanibû ku ev mijar li ber nîqaşê ye, lê dîsa bi serê xwe hereket dike. Li Wîkîpediyayê isûl û esasekê heye. Bêisûl û esas evder wê tevlîhev bibe, divê mijarên ku li ber nîqaşê ne, bêyî çareserkirina problemê bi serê kesekî neyê guhertin. Ez di Wîkîferhengê de rêvebir im û van isûl û esasan dizanim û riayetê van isûl û esasan dikim, lê dibînim ku rêvebirên li vir tevlî nîqaşê nabin, cewab nadin telebên min. Avstaboy jî çend salê ku bi serê xwe dewam dike guhertinên xwe. Ev yek nayê qebûlkirin.
      Tiştê ku ez ji vê fam dikim ev e, hûn dibêjin ev der "Sason e, bêqanûn e". Yanî herkes bi serê xwe dikare hereket bike. Madem ku rewş wisa ye, ez ê jî bi serê xwe biguherînim.
      Tiştekî din jî bibêjim, însanekî ku li ber mirov bi kurdî xeber bide, eyb e ku mirov bêje "tu vî peyvê neemilîne". An jî însanekî ku meqaleyekê/gotarekê bi kurdî binivîse mirov bêje "tu vî peyvê neemilîne" ev yek eyb e. Tiştê ku Avestaboy dike ev e, diçe gotarên herkesî bi serê xwe (bi îlmê xwe yê pir pir kêm) diguherîne. Dibêje qey tiştekî rast dike. Cahilekî wekî Avestaboy ne mixatabê min e. An wî asteng bikin an min an jî dawî li vî meseleyê bînin. Çimkî ez ê dewam bikim rastkirina xeletiyên wî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:42, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

@Gomada: , @Bikarhêner: Dikar be ku min çend caran bi serve kir . Lê tu jî li gorî îdyolojiya xwe dinivîsî . Mesela te jî li gorî îdeolojiya xwe gotara Pirtûk wek kitêb guherand binêre dîroka gotara pirtûk ku ji aliyê bikarhênerê Loqman hatibû nivîsandin.Min ne got ku Kurdiya min tekûz / mikemmel e . Gelo ku Kurdiya te wisa rind e tu çima çiftlık û ne cotgeh an jî çandingeh nivîsî ? Ev pozbilindî ye .Ehmedê Xani jî nimûneyeke ne rind e . Ew Kurdiya Ehmedê Xanî zimanekî çêkirî bû .Mesela Ehmedê Xani Ellah dinivîse. Lê ji aliyê gelê Kurd ve ji hezar salan Xwedê û ne Ellah tê gotin. Em aniha gotina te bikin û ji Kurdan re Ekrad bêjin ? Kurdnasê holendî Michiel Leezenberg ku zimanê Kurdî baş dizan e Kurdiya Ehmedê Xani wek Kurdiya medresî bi nav dike . Ez fahm na kim ku em vegera serdema berî dixwazim? Mesela Şerefxanê Bedlîsî berhema xwe li ser Kurdan Şerefname bi "'farisî"' û ne bi " Kurdî "nivîsand. Çend alim û zanayên kurd hebûn? Çend ji wan bi nivîsandin ?? Lewma ez serdema nû wek serdema rizgarîyê pîroz dikim . Yekemîn romana bi Kurdî mesela ji aliyê Erebê Şemo û ne ji aliyên helbestvanên klasîk dihat nivîsandin. Avestaboy (gotûbêj) 18:22, 3 tîrmeh 2022 (UTC)

Vegere rûpela "Bêvaciya bêvacî".

Tags:

Bikarhêner:AvestaboyBikarhêner:BablekanBikarhêner:BikarhênerBikarhêner:GhybuBikarhêner:GomadaBikarhêner:Mehk63Bikarhêner:MikaelFBikarhêner:Penaber49Bikarhêner:XwedêdaGotûbêja bikarhêner:Avestaboy

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Eléonore FourniauZimanê kurdîGoogleHengên HemîdiyeKomara AgiriyêSemsûrPirasaYekîtiya EwropayêRoja Rojnamegeriya KurdîErzîromAleyna TilkiUrmiyePragRotîndaWêranşar, RihaXwezaŞaristanîMoxilîMihemed ŞêxoMîtanîLionel MessiAlfabeya kurdî ya latînîTenîsZiya GökalpÎdrîsê BidlîsîÊzîdîtî1972MîkrometreHozan ComertBaşûrê AlanistanêÛrmiyeŞiyar û DijwarMem û ZînÎmperatoriya BrîtanîNaveroka azadEstonyaSiyabend û Xecê (destan)WîkîDêrika AnêrêEhmedê XanîMedMêrdîn (bajar)JînfirehîGelê FarsêHarûniyeKoma AmedJean-Baptiste LamarckKanîsor, BaneSeksZimanê japonîKazkîMalbata zimanîHewramanAfrîkaWêjeya kurdîNecat BaysalXursînMereş (parêzgeh)Komik (cudakirin)Zeki AdsizMele KrêkarŞemzînan2024BiwêjGirê MozanAlfabeya tirkî ya kevnPêjgeha ermenîKedîrAhmet KayaAlxasîŞerê Cîhanî yê DuyemMala SûwarSalnameElon Musk🡆 More