B (bixwîne: bê) tîpa duyem a alfabeya kurdî ye.
B dengekî konsonant e ku navê wê yê dengnasî ”girteka dulêvî ya bilerz e. Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê nîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б (gir) û б (hûr) dihat nivîsîn.
Misirî Pr | Fenîkî bēt | Yewnanî beta | Etruscan B | Roman B | Runic beorc | Uncial B | Insular B | Blackletter B | Antiqua B | Modern Roman B |
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Wek ku me got, di kurmancî de B niha li destpêka gelek peyvan peyda dibe: ”ba, bar, baran, bend, ber, befr/berf, bilind, birin, biyolojî, bizin, (ji) bo, borî/borrî, boş, bum, burc, buxar, bûk, bûn, bûstan…” Hin peyv ji van bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, ”bum, buxar” ji erebî, ”borrî” ji tirkî û ”biyolojî” bi rêya fransî ji yûnanî ye. Lê dîsa jî piraniya nimûneyên me peyvên xwemalî ne: ”ba, bar, baran, ber, berf/befr, birin, bizin…” Lê heke em li dîrok an etîmolojiya van peyvan binêrin, em ê bibînin ku gelek ji wan bi eslê xwe ne bi B bûn. Bo nimûne, ”baran” bi kurmancî, soranî û farisî bi B ye. Lê heke em li hin ziman û zaravayên din yên îranî yên nû û bi taybetî jî yên kevn binêrin, em ê bibînin ku ew peyv di wan zimanan de ne bi B lê bi V yan W dest pê dike: - kurdiya başûrî2: waran - hewramî: waran - zazakî: varan - pehlewî: varan - mazenderanî: variş - avestayî: vara- - belûçî: gwariş … Bi heman awayî peyva berf/befr bi gelek zimanên îranî bi V yan W dest pê dike: kurdiya başûrî ”wefr”, pehlewî ”wefr”, sogdî ”wefre”, mazenderanî ”vefr”, avestayî ”vefre”, zazakî ”vewre”, hewramî ”wewre / werwe”, sanskrîtî ”gebhre”…
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article B (tîp), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.