Îshaq: Pêxember

Hz.

Îbrahîm du jinên xwe hebûn. Navê yekê Sarê û navê yê din jî Hacer bû. Îshaq lawê Îbrahîm û jina wî yê bi nav Sarê ye. Îshaq bi şiklekî mûcizevî ji dayîk bûye. Di rojina bûyîna wî da bavê wî sed û bist salî û diya wî jî nod salî bû. Di pêşiyêda qet zarokên Sarê nedibûn. Ji ber vî yekê Îbrahîm bi Hacer ra zewicî û lawekî wan bi nav Îsmaîl hat dinê. Ji bona vî yekê jina yekemîn Sarê gellekî xemgîn bû û ji Xwedê zarokek xwest. Xwedê jî va dûayê wî qebûl kir û Îshaq hat dinê.

Îshaq: Pêxember
Îbrahîm û Îshaq

Va bûyera di Quran a Piroz da aha tê neql kirin:" Û bi sond elçiyên me bi mizginiyê hatin li ba Îbrahîm û gotin " Silav". Wî jî silava wan ragirt û bi lezî çû û ji bona wan ra golikekî pêjandî hanî. Gava Îbrahîm dît ku ewna qet destê xwe dirêjî wî (xwarinê) nakin, bêkêyf bû û tirsek ket dilê wî. Wana got " Qet metirse, em ji gellê Lût ra hatine şandinê". Jina wî li piya bû û bi wan keniya. Êdî me jî ji wî ra mizginiya Îshaq û dûra jî yê Yaqûb da. Jinikê got " Ez jinikekî pîrim, mêrê min jî kalikek. Ezê çer zarokan bînim? Bi rastî va tiştekî matî ye". Wana (elçî) gotin " Ey jina malê. Êdî gava ku dilovanî û pîrozahiya Xwedê li ser weye, tu çer ji karê Xwedê ra mat dibî. Ew Hamîd û Comerd e ". (Sûreta Hûd 11/69-73)

Îshaq di pirtûkên dîrokî da aha tê neql kirin: Ew yekê bejn dirêj, bi sûretekî xweşik, gotinên xwe rast bû û di kaltiya xwe da porr û riya xwe êdî sipî bûn. Ji Îshaq ra du lawên bi nav Yaqûb û Ays bûne. Yaqûb yek ji pêxamberên Xwedê ye û bavê Ûsif e.

Îshaq di Quran ê da aha hatîye meth kirin: "Ey Mihemed; tu qûlên me yên bi hêz û sehîker bi nav Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb jî bîne bîra xwe. Me ewna kirine mirovên bi dil û can ku yên dinê din (exîretê) tînin bîra xwe. Bi rastî ewna li ba me jî mirovên bijartî û qenc in." (Sûreta Sad 38/45-47) Îshaq di piştî mirina Îbrahîm, ji welatê Şam ê ra bi pêxembertiyê hat şandin.

Di gora riwayetan Îshaq kêm û zêde sed û şêşt salan jîyaye û li Filîstin ê li nêzika Qudis ê wefat kirîye.

Derbaz

Girêdanên derve

Tags:

SarêXwedêÎbrahîmÎsmaîl

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

ZirfetBiharKirîbatîBradley JamesÎmperatoriya Goktirkan a rojavaXazinîIBMVacOregonSerdema NavînRojhilata KurdistanêKîpros2003ÎsfehanSerdema zêrîn a îslamêÇiçikAramê DîkranZanîngeha Azad a BrukselêÎsraêlLîsteya kodên ISO yên dewletanHemayûn ŞeceryanŞerê Cîhanî yê DuyemÎhsan Nûrî PaşaNûrî DêrsimîViyetnamZinedine ZidaneTîmûrlengAlî BaranHozan SerhadXarpêt (parêzgeh)Deryaya NavînAlmanyaTirkÊrîşa bi bombeyan li Mogadîşuyê 2022NewrozSelahedînê EyûbîHevristTatosTanja BruskeErmenîZimanê latînîMehmed UzunKurdiya navendîZanîngeha RojavaHejmara Çapik ên Standardî yên NavneteweyîKemanXiristiyanîBijîşkîBuse MeralISO 3166QahîreWîkîgotinZimanê inglîzîZimanŞêx SeîdDîroka Rojavaya KurdistanêWentworth MillerVladîmîr PûtînÎtalyaStêrk TVPeykerKoçgirî (devok)Girava Sentînel a BakurMaurîtiusIqlîdes🡆 More