Korean Broadcasting System (KBS) (bi korêyî: 한국 방송 공사, Hanguk: Bangsong Gongsa) weşangera neteweyî yê Korêya Başûr e.
Ev tor di sala 1927an de hatiye damezrandin, radyo, televizyon û servîsên online jî dide şixulandin, li Korêya Başûr di nav torên televizyonan de di nav yên herî mezin de ye.
Korean Broadcasting System (KBS) 한국방송공사 | |
---|---|
Destpêk | 16ê sibata 1927an (radyo) 1ê kanûna paşîn a 1961an (televizyon) 3ê adara 1973an (bi statûya "stasyonên weşanan yên giştî") 2001 (televizyona dijîtal) |
Dirûşm | Bi Rêya Weşanê Dilsoziya Mirov'an Anîn Cih Fulfilling the People's Devotion Through Broadcasting |
Welat | Korêya Başûr |
Navend | Yeouido, Yeongdeungpo-gu, Sêûl, Korêya Başûr |
Malper | www.kbs.co.kr |
biguhêre |
KBS1 û KBS2 qedeme bi qedeme dev ji servîsa analog berdan û derbasî televizyona dijîtal bûn.
KBS World servîsa KBSyê ya navneteweyî yê radyo û televîzyonê ye. Ew bi awayekî fermî di 1ê tîrmehê 2003an de hate destpêkirin. Ew rojê 24 saet nûçe, spor, rêzefîlmên televizyonê, şahî û bernameyên zarokan bê rawestan weşan dike. Televizyona KBS World weşanê xwe herêmî û di çapa dinyayê de dike. Ji tîrmeha 2007an pê ve, bernameyên xwe nêzî 65% bi binnivîsa inglîzî weşan dikin, ew li 32 welatan guncav e, û li gorî gotegotan li ji 40 milyonê zêdetir malûhalê digihîjin televizyona KBS Worldê (dîrok: rêşemiya 2011an). Xwediye du şaxên paşderyayî ye: KBS World (Dewletên Yekbûyî) û KBS World (Japonya). Pirraniya bernameyên KBS Japonyayê bi binnivîsa japonî tê dayîn.
Partner | Welat |
---|---|
Telefe | Arjentîn |
ABC û SBS | Awistralya |
VRT | Belçîka |
SBT | Brezîl |
CBC | Kanada |
TVN | Şîle |
CCTV | Çîn |
Caracol TV | Kolombiya |
Ecuavisa | Ekuador |
TV5MONDE | Fransa |
ARD | Almanya |
TVB | Hong Kong |
TVRI û NET. | Îndonezya |
RAI | Îtalya |
NHK û TBS | Japonya |
8TV | Malezya |
Televisa | Meksîk |
NPO | Holenda |
TVNZ | Nû Zelenda |
Panamericana Televisión | Perû |
ABS-CBN | Filîpîn |
TVP | Polonya |
RTP | Portûgal |
VGTRK û Channel One Russia | Rûsya |
MediaCorp, StarHub TV û Singtel TV | Singapûr |
SVT | Swêd |
TVE | Spanya |
CTV û TTV | Taywan |
Channel 5 û NBT | Taylenda |
BBC | Keyaniya Yekbûyî |
ABC, û CBS | Dewletên Yekbûyî |
TVes | Venezuela |
VTV | Viyetnam |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Korean Broadcasting System, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.