Navê fermî | 한국교육방송공사 |
---|---|
Endamê | Asia-Pacific Broadcasting Union (en) |
Malper | |
Blog officiel |
Korea Educational Broadcasting System (bi korêyî: 한국교육방송공사, lat. Hangug Gyoyugbangsong Gongsa) an EBS weşaneke giştî ya perwerdehiyê û tora radyoyê ya Koreya Başûr e ku erdên Koreya Başûr vedihewîne, û yekane tora radyo û televîzyonê ya Koreya Başûr e ku bêyî xizmeteke herêmî ya cihê ye.
Di salên 1980an de wekî KBS 3, Merkeza Anîmasyonê ya Sêûlê û Radyoya Perwerdehiyî ya KBSyê hate damezrandin, û di 1990an de bû şirketeke serbixwe. EBS hewl dide ku perwerdehiya mektebê temam bike û ji bo her kesê li Koreyê perwerdehiya seranserê heyatê destek bike.
Her çend îsmen saziyek weşana giştî ye, EBS piraniya budceya xwe ya salane ji reklam û dahata firotanê digire. Di sala 2012an de, %72,1 ji dahata wê ji firotina kitêbên dersê, weşan û dahatên reklamê yên li ser Radyo, TV û platformên înternetê, lê yên mayî ji xercên lîsansa TVyê hatine (EBS 3% ji tevahî Xerca Lîsansê ya ku ji hêla Korean Broadcasting System ve tê berhevkirin digire) û alîkariyên hikûmetê.
Ji xeynî van, EBS kanalek televizyonê ya pereyî, EBS America-yê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşkêş dike. Bernameyên wan bi piranî li ser kultura koreyî, perwerdehiya ziman, û şowên zarokan e.
Hemû karîkaturên biyanî li zimanê koreyî tên dûblajkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Educational Broadcasting System, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.