Mirov, merî, merif yan jî meriv (bi latînî: Homo sapiens) cureyê bi tenê yê giyanewerên ji cinsê Homo ye ku di destpêkê de ji Afrîkayê hatine û li hemû cîhanê belav bûne.
Mirov | |
---|---|
Mirov (mêr û jin) | |
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Primates |
Famîle: | Hominidae |
Cins: | Homo |
Cure: | H. sapiens |
Navê zanistî yê latînî | |
Homo sapiens Linnaeus, 1758 | |
Belavbûna mirov Homo sapiens (bi rengê kesk) |
Li gorî zanyaran, anatomiya mirovê îroyîn berî 300.000 salan çêbûye û 50.000 salên ku reftara nûjen a mirov diyar bûye.
Ji 27ê Nîsan ya sala 2020'an û saet 22:30an pê ve li Cîhanê 7.780.672.100 mirov heye.
Laşê mirovî binyatekî sirûştî (physical) û sergihayî ye(entire) ji organîzma zîndewera mirovî (human being). Laşê mirov ji serî, milan, du lingan, ûstû, pişt, bejn , pî , zik û sîng pêk tê ye. Bilindiya navîn ya mirovê mest der dorê 1.6 m(5_6 ling) wek dirêjî. Zikmakî yan cenetîks roleke girîng dilîze di pirsgirêka dirêjiya bejna mirov bi riya cînîs(genes). Em dibêjin laşa yan gede mirov ji mirovê sax, û ji mirovê mirî re dibêjin cendek.
Laşê mirovan ji xane, şane, endam (organan) û koendaman (sîstemên fîziyolojî) pêk tê. Laşê mirovan bi riya zanista anatomî tê xwandin bo beşên geda mirov werê fehmkirin û nexweşiyên neyeksan werê nasîn.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Mirov, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.