Wîkîpediya (bi inglîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke serhêl a azad a pirzimanî ye ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin.
Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî tê xwendin e. Wîkîpediya bi domdarî yek ji 10 malperên herî populer e ku ji hêla Similarweb û berê Alexa ve hatiye rêzekirin ku di sala 2022an de, Wîkîpediya di rêza 5emîn malpera herî populer a cîhanê de bû. Wîkîpediya ji hêla Weqfa Wîkîmedyayê, rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ve tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.
Wîkîpediya | |
---|---|
Malper | wikipedia |
Ziman | Bi 304 zimanî |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn a 2001ê Bi kurdî: 7ê kanûna paşîn a 2004an |
Xwedî | Weqfa Wiki |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguhêre |
Wîkîpediya projeyeke navneteweyî ku û bi 304 zimanan tê nivîsandin. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.
Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 6.812.542î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in, ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.
Logoya Wîkîpediyayê dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.
Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku yekem ensîklopediya bi zimanê kurdî ye û cara yekemîn li ser înternetê de ensîklopediyeke kurdî hatiye nivîsandin. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 07.01.2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hatiye destpêkirin. Di Wîkîpediyaya kurdî de niha 75.459 gotar heye.
Wîkîpediya di 15.01.2001 de ji aliye Wiki Foundation (Weqfa Wîkîmedyayê) hat dan destpêkirin.
Naveroka Wîkîpediyayê di bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWiki jî nivîsbariya azad e.
Li Wiki Commons medyayên di warê Wîkîpediya de hene
Ev gotara têkildarî Weqfa Wîkîmedyayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Wîkîpediya, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.