Holodomor

Holodomor (bi ûkraynî: Голодомор, Holodomor (kuştina bi birçîbûnê), bi rûsî Голодомор, Golodomor) ji bo birçîbûna mezin û kontrolkirî ya Yekîtiya Sovyetê tê bikaranîn, ya ku di salên 1930an de li hemwelatiyên Komara Sovyeta Sosyalîst a Ûkraynayê hate kirin.

Di vê komara yekîtiyê de, li gorî texmînan sê û heft mîlyon kes bûne qurbaniya birçîbûnê. Ji serxwebûna xwe ya sala 1991ê û pê de Ûkrayna hewil dide ku Holodomor li qada navneteweyî wekî komkujî were naskirin, lê ev binavkirin heya îro jî bi qismî tê nîqaşkirin.

Holodomor
Cotkarên ku ji ber birçîbûnê xwe li kolaneke Xarkivê dirêj kirine, sal 1933. Wêneyek Alexander Wienerberger
Holodomor
Welatên ku Holodomor wek jenosîd nas dikin:      Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê nas dikin.      Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê şermezar dikin.      Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê nas nakin.

Holodomor ji sala 1932an heta 1933an birçîbûneke berfireh bû ku bi destê mirovan hate çêkirin û bi mîlyonan ûkrayniyan bûne qurqbanên wê. Ev bûyer bandor li herêmên mezin ên hilberîna genim ên Yekîtiya Sovyetê kir.

Zanyar bi giştî hemfikir in ku sedema birçîbûnê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, lê ka Holodomor dikare wek komkujî bê bi nav kirin an na, hê jî tê nîqaşkirin. Hin dîroknas digihin wê encamê ku birçîbûna berfireh ji aliyê Yosîf Stalîn ve hatiye plankirin û gurrtirkirin da ku tevgera serxwebûna Ukraynayê ji holê rake. Hinekên din pêşniyar dikin ku birçîbûn ji ber pîşesazkirina bilez a Sovyetê û kolektîvkirina çandiniyê pêk hat.

Ûkrayna yek ji mezintirîn dewletên hilberîna genim a li Yekîtiya Sovyetê bû. Kotaya wê ya genimê bi awayekî bê maqûl ji herêmên din ên Sovyetê bilindtir bû. Ev yek bû sedem ku Ûkrayna bi awayeke xurt bibe mexdûrê birçîbûnê. Texmînên destpêkê yên jimara miriyan ji aliyê alim û karbidestên hikûmetê ve gelek diguhere. Daxuyaniyek hevpar a Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2003an de ji hêla 25 welatan ve hatî îmzekirin ragihand ku qasî 7-10 mîlyon kes mirine. Lêbelê, zanyariya heyî rêjeyek bi 3.5 heta 5 mîlyon mexdûran texmîn dike. Bandora birçîbûnê ya berbelav li ser Ûkraynayê heta îro berdewam dike.

Ji sala 2006an û vir ve, Holodomor ji aliyê Ûkraynayê li gel 22 welatan, wekî komkujiyek tê naskirin, ya ku ji aliyê rejîma Sovyetê ve li dijî gelê Ûkraynayê hatiye kirin.

Çavkanî

Tags:

19301991KomkujîNavneteweyîSerxwebûnYekîtiya Komarên Sovyet ên SosyalîstZimanê rûsîZimanê ûkraynîÛkrayna

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

SingapûrEléonore FourniauNermalava azadEhmedê XanîAnthony James Leggett16ê çiriya paşînDayikDîroka KurdistanêAmira CasarŞanoHekarî (parêzgeh)Wayback MachineISO 3166Zıwan (Kelhuri)SpanyaViyanaBakurê KurdistanêMîrektiya Badînan1928BudaSerhildana Mala Eliyê ÛnisGulistan PerwerHozan ComertAri JanSumerLîsteya êlên kurdanMûsa HerdemSerbistanSîbîryaEfxanistanAdîs AbebaDadmendîRojên salêWîkîpediyaya kurdîRûviya zêdeÎmperatoriya BîzansêWordPressWefayîArnold SchwarzeneggerEnseKawar1820Rewşen BedirxanMahîe Sîe BüçkełanegeLîsteya aktorên swêdîArtrosPêşdîrokSedrencMetroya LondonêMediaWikiLîsteya navên kurdîSalnameKurdîTilbişarBBCKurdîzm (zimannasî)Dîroka MezopotamyayêMilkiyeta giştîBaba Tahirê Uryan🡆 More