Wîkîpediya: Ensîklopediya Serhêl

Wîkîpediya (bi inglîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke serhêl a azad a pirzimanî ye ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin.

Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî tê xwendin e. Wîkîpediya bi domdarî yek ji 10 malperên herî populer e ku ji hêla Similarweb û berê Alexa ve hatiye rêzekirin ku di sala 2022an de, Wîkîpediya di rêza 5emîn malpera herî populer a cîhanê de bû. Wîkîpediya ji hêla Weqfa Wîkîmedyayê, rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ve tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.

Wîkîpediya
Wîkîpediya: Wîkîpediyaya kurdî, Dîrok, Lîsans
Wîkîpediya: Wîkîpediyaya kurdî, Dîrok, Lîsans

Malper    wikipedia.org
Ziman Bi 304 zimanî
Avabûn 15ê kanûna paşîn a 2001ê
Bi kurdî: 7ê kanûna paşîn a 2004an
Xwedî Weqfa Wiki
Dirûşm Ensîklopediya azad
biguhêreBelge

Wîkîpediya projeyeke navneteweyî ku û bi 304 zimanan tê nivîsandin. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.

Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 6.812.542î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in, ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

Logoya Wîkîpediyayê dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.

Wîkîpediyaya kurdî

Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku yekem ensîklopediya bi zimanê kurdî ye û cara yekemîn li ser înternetê de ensîklopediyeke kurdî hatiye nivîsandin. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 07.01.2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hatiye destpêkirin. Di Wîkîpediyaya kurdî de niha 75.459 gotar heye.

Dîrok

Wîkîpediya di 15.01.2001 de ji aliye Wiki Foundation (Weqfa Wîkîmedyayê) hat dan destpêkirin.

Lîsans

Naveroka Wîkîpediyayê di bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWiki jî nivîsbariya azad e.

Çavkanî

Girêdanên derve

Wîkîpediya: Wîkîpediyaya kurdî, Dîrok, Lîsans  Li Wiki Commons medyayên di warê Wîkîpediya de hene

Tags:

Wîkîpediya ya kurdîWîkîpediya DîrokWîkîpediya LîsansWîkîpediya ÇavkanîWîkîpediya Girêdanên derveWîkîpediyaWeqfa WîkîmedyayêZimanê inglîzî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Kurd, kitêb, çapxane (kitêb)Serê Kaniyê, HesîçeNeteweyên YekbûyîTazîbûnKalîforniyaMasîPênûsKomara Xweser a KrîmêMarilyn MonroePlymouthSebrî SilêvaneyîHewlêr (paytext)Zimanê ketelanîWîkîpediyaLeonardo DiCaprioMeksîkEléonore FourniauKanûna pêşînMedXoybûnÇirmikDewleta SefewiyanXesan EshedZerîfe XanimGîneXanedana EnaziyanZimanê kroatîÎsraêlŞaristanîBalafirXormekanDîlokYekîneyên Parastina GelLîsteya Çiyayên TirkiyeyêZengila ZomaBaşûrê KurdistanêŞêx SaîdGurgumTirkmenistanSendroma DownŞerê IraqêOkyanûsa AtlantîkKarwan KamilEvdalê ZeynikêMustafa Kemal AtatürkXecxecok (Neurergus)MezraAmerîkaBabûnSerhildanên AgiriyêHapsa XanZimanê yewnanîEwropaSemsûrNew York CityKerengAbdullah KiranGoogle Inc.Hewlêr (cudakirin)SûrîChemung County, New YorkDinya (gerstêrk)Allison WilliamsSingapûrCegerxwînMûsa HerdemLîsteya navên kurdîKurdiya başûrîKirmaşanPapa FransîsLeyla QasimHuseyn Gulî XanSêwas🡆 More