Xurek, xurdemenî, zad ji bo jiyana candaran pêwîst e.
Mirov bo bijîn, pêwîstî bi av, xwarinê heye. Di xwezayê de bi hezaran tiştên mirov bixwin hene. Pirraniya xwarina mirovan ji têkela av, rûn, karbonhîdrat û proteînê ne.
Hin cureyên xwarinê bo tenduristiya mirovan bikêr û baş in, hin jî ne. Xwarin bo pedîviyê jî, bo kêfê jî ye. Gelek mirov dixwin ku pêwîstiya wan pê nîne jî.
Bi peresana mirovî ve, xurdemenî jî pêş ketiye. Berê mirovan nêçîrvanî, berhevkariya fêkî-sebzeyan dikirin. Niha bi makîneyên nûjen çandinî, masîgerî, konservekirin tên kirin, xurdemenî bûye nirxekê bazarê, tê kirrîn-firotin.
Xwarin bazareke mezin e. Xwarin êdî ne tenê xwarin e. Afirandêrî, têkelî tevlîbûye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Xurek, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.