Şerê Sar binavkirina têkiliyên di nabera bloka rojavayê û bloka rojhilatê yên di salên 1945 - 1990'ê ye.
Herwiha Şerê Sar, heyama pevçûn, lihevnehatin, rikeberî û girjî ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst û hevalbendên herduan ji salên nivî ya dehsala 40an heta destpêka dehsalên 90an ji sedsala 20ê ye. Hevalbendên WYEyê Ewropaya Rojava, Japon û Kanada bûn û yên YKSS jî Ewrûpaya Rojhilat û heyamekê jî Çîn bûn. Wekî tê zanîn bloka rojava di bin pêşengiya DYE û NATO'yê li dijî bloka Sovyetê di pêşbirk û têkoşîne de bû û bi hilweşîna Sowyetê ev nakokî û pêşbirk bi dawî bû. Bloka rojhilatê di bin pêşengiya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (YKSS) û Pakta Warşova li dijî bloka rojava xwe parast û têkoşiya.
Şerê Sar | |
---|---|
| |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bavê yan pêşengê vê polîtîkayê serokwezîrê DYE Harry S. Truman tê zanîn. Herdu blokan bi hev re rûbirû nediketin şer, lê bi metodên taybet bi hev re şerdikirin. Wekî bikaranîna welatên û rêxistinên neserbixwe, pêşbirk û şerê aborî, şerê psîkologîk, şerê îdeologîk hwd. Li ser şerê sar gelek fîlm, roman hatine holê. Dawiya şerê sar bi serkeftina bloka rojavayê hat û bloka rojhilatê hilweşiya.
Di Şerê cîhanî yê duyem de Amerîka û Yekbûna Sovyet bi hev re hevkariyê dikirin da ku dewletên faşîst (ên wek Almanyaya Nazî, Îtalya û Japonya) bişkînin, hevkariya her du welatan, bi dawî bûna şerê di sala 1945an de qediyabû. Di mijara ji nu ve avakirina Ewropa de, di nava her du hêzan de gelek bêahengî cêbûbû.
Şerê Koreyê navê şerê Amerîka û Sovyetan e, yên ku di Şerê Sar de li Koreyê şer kiribûn.
Di sala 1950'an de Şerê Koreyê diqewime. Pêwîst bû Kore ya ku ji 1910'an pê ve koloniyeke japon bû, êdî bibe welateke serbixwe. Lê di sala 1950'an de leşkerên Sovyetê bakûrê Kore îşgal kirin û xwestin Kore bixin bin destê xwe. Li hemberî vê yekê Amerîka naxwest bêdeng bimîne, lê nikariû bê destûra UNO yê bice Kore. Emerîka piştrev li ser navê UNO dikeve hundirê Kore û ji başûrê Kore ve êrîşî leşkerên sovyet dike.
Şer heta sala 1953'an didome û bi mirina Stalîn bi dawî dibe, lê aşitiyeke mayinde pêk naye. Kore jî wek Almanya di nav her du hêzên mezin tê parve kirin: Koreya başûr dibe rejîmeke kapîtalîst (alîgirê Emerîka) û ya bakûr dibe komunîst (alîgirê Sovyetan).
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şerê Sar, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.