Bûyer
Kurdistan
- B.Z.612 – Li gorî efsaneyê, Kawayê Hesinker Dehaq têk bir. Ev bûyer bi cejna Newrozê hate pîrozkirin.
- 1937 – Serhildana Dêrsimê
- 1988 – Hêzên artêşa Îraqê êrîşî çiyayê Qendîlê yê li nêzîkî bajarê Silêmaniyê kirin. Êrîş, 12 rojan berdewam kir û rejîma Îraqê li vê derê jî çekên kîmyewî li dijî xelkê herêmê bikar anî. Lewma kurdên deverê ji neçarî herêm terikandin. Ev êrîş weke enfala duyem tê bi navkirin.
- 1991 – Serhildana ku ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê di 19'ê adarê de destpê kir, 20 adarê de bi azadkirina tevahiya Kerkukê bi dawî bû.
- 1994 – Serokê Komîteya Piştgirîvaniya bo Kurdistanê Theofilos Georgeados ji aliyê du êrîşkaran ve li Nîkosiyayê hate kuştin.
- 1995 – Dewleta tirk bi 35 hezar leşkeran êrîş bi ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan gundiyên kurd hatin qetilkirin. Ev êrîşa mezin ya dewleta Tirk weke Operasyona Polayê Çelik operasyonu tê naskirin.
- 1999 – Gerîlayê kurd Mehmet Ozer yê bi navê kod Samî, di gundê Qileban Şibazyonî jiyana xwe ji dest da.
- 1999 – Gerîlaya PKK'ê Şehristan Botan, li navçeya Wan Başkaleyê çalakiyeke cangorî li dijî mûdûriyeta emniyetê lidarxist.
- 2000 – Bi rasthatina cejna Qûrbanê, li Tirkiyeyê û Kurdistanê xelk ji bo 9 rojan derketibûn bêhinvedanê, lewma gelek qezayên trafîkê rû dan. Di encama qezayên trafîkê de 176 kes mirin û 275 kes jî birîndar bûn.
- 2008 – Mihemed Zekî Evdila Remezan, 25 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
- 2008 – Mihemed Mehmûd Hisên Daûd, 18 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
- 2008 – Mihemed Yihya Eslan, 35 salî bû, li Qamişlokê ji aliyê hêzên ewlekarî û asayişên dewleta Sûriyê ve di êvara Newrozê de hate kuştin.
Cîhan
- 1345 – Gerstêrkên Behram, Keywan, Berçîs hatin rastî hev.
- 1968 – Dewleta Tûnisê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1978 – Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK bi armanca hişyarkirina faşîzmê li Tirkiyeyê çalakiyeke karberdanê ya 2 saetan li dar xist.
Jidayikbûn
Mirin
- 1727 – Isaac Newton, zanyarê îngilîz
- 1916 – Ota Benga, mirovekî pîgme yê kongoyî
- 1999 – Mehmet Ozer, gerîlayê kurd
- 1999 – Şehristan Botan, gerîlaya kurd
- 2008 – Mihemed Zekî Evdila Remezan, ciwanê kurd
- 2008 – Mihemed Mehmûd Hisên Daûd, ciwanê kurd
- 2008 – Mihemed Yihya Eslan, hevwelatiyê kurd
Cejn û salveger
- Newroz, sersala Kurdî û Destpêka Biharê! Di şeva 20 adarê di serî gelê Kurd her wiha xelkê Arî agir vêdixin û hatina Newrozê pîrozdikin.
- Roja Têkoşîna Li dijî Nijadperestiyê!
- Roja Serxwebûna dewleta Tûnis
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article 20ê adarê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.