Berf yek ji wan barînan e.
Hilma ku ji erd û deryayê bilind dibe bi çavan nayê dîtin. Ev hilm li jor sar dibe û dibe ewr. Ger ev hilm têra xwe hebe û sariya wê bikeve bin sifirê, wê demê krîstalên qeflayî pêk tên. Ev krîstal bi stêrkên biçûk dimînin. Dema ku ev krîstalên qeflayî digihin hev, dibin kuliyên berfê û tên xwarê, wê demê mirov dibêje berf dibare.
Li ser bajarên Kurdistanê taybetî ên Serhadê zehf berf dikeve û demeke dirêj ew bajar binê berfê de dimînin. Zarok berfê re dilîzin û berfê ve Bûka Berfê çêdikin.
Di devokên kurdî de ji berfê re befr jî tê gotin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Berf, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.