Beyabana Sahara, çola Sahara, şorezara Sahara, herana Sahara yan çolistana Sahara mezintirîn beyabana erdê ye.
Rûerda wê li dora 9 milyon km² ye. Meziniya wê nêzîkê DYAyê ye.
Di zimanê Egîpta kevn (Misira kevn) de jê re „ceret“ („beyaban“) digotibûne. Bi erebî sahra dibêjin û nav ji erebî belav bûye. Gelê Tûaregî „welatê yên li derve yan welatê derveyî“ dibêjin. Ereb herwiha al kubra „beyabana pirr mezin“ jî dibêjin. Romaya antîk Terra Deserta ango bêcihwar/welatê hatiye terikandin gotine.
Li Saharayê kanên mezin ên petrolê hatin vedîtin. Çola Alcerya û ya Lîbyayê ji aliyê petrol û erdgazê ve pirr dewlemen de. Hewriha xwê, komir, zêr, mangan, hesîn, ûran, tîtan (element), fosfat ûêd jî pirr in li van beyabanan.
Kêm kes li van beyabanan dijîn. Pirraniya niştecihan ereb, berberî, tûaregî ne. 40 % ji gelê wê koçber in. Beyabana Lîbyayê hema bigire xofxalî ye ji mirovan, ango kes li wê najî.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Sahara, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.