Kuncî (sesamum indicum), riwekeke dexla, ji famîleya kunciyan e.
Kuncî | |
---|---|
Riweka Kunciyê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Eudicots |
(ne aşkera ye): | Asterids |
Kom: | Lamiales |
Famîle: | Pedaliaceae |
Cins: | Sesamum |
Cure: | S. indicum |
Navê zanistî yê latînî | |
Sesamum indicum L. |
Bejna wê 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Pelên wê 5-10 cm dirêj 3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.
Rengê kulîlkan spî yan jî peyazî ne, yên binevşî jî hene. Rengê fêkiyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkiya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin. Ji 50 %ê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kunciyan yên çandinî û bejî hene.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kuncî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.