Keftar, kemtiyar, eftar, heftar an jî heftiyar (Hyaenidae), famîleyekî guhandarên goştxweran.
Keftar Temporal range: 26–0 Ma PreЄ Є O S D C P T J K Pg N | |
---|---|
Cureyên keftaran gor mezinahiya wan: Keftarê deqdeqî, keftarê qehweyî, keftarê xêzxêzok û gurê erdê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Carnivora |
Binekom: | Feliformia |
Famîle: | Hyaenidae Gray, 1821 |
Cinsên Keftaran | |
| |
Hevwate | |
|
Li Kurdistanê li deşt û çiyayên nizim dijîn; li çolên Erebistan, Afrîka û Asyayê jî têne dîtin. Di qulên kûr, nev keviran û bin keviran dijîn.
Tevî ku keftar ji aliyê fîziyolojiyê ve çend rûdemin ku mîna famîleya kuçikan wek gur, kûçik, rûvî, hwd., xuya dikin, lê famîleyeke serbixwe çêdikin: ji famîleya Herpestidae wek banbankeyê nêzîktir in.
Keftar xwedî lem û diranên tewr û tûj e, di şaneşîna ajalan de ku dikare goşt biçirîne. Keftar li gorî dîtina zanistan, weke Meymûnan di nev caneweran ji aliyê awayê nêçîrkirina xwe ve gelekî jîr e.
Di hinek deveran mîna Bagok û Behdînan jêra heftar an heftiyar tête gotin. Çîroka navê wî jî eve ku heft nikarin wî.
Keftarê xêzxêzok (keftarê xêzokî) ku li Kurdistanê têta dîtin wek kûçikekî mezin e. Milên wî bilindtirin û ji ber wê yekê xwar û maro digere.
Tenê digere, rev çê nake û şevger e. Keftar pêz nakuje, kelaxxur e û gelek caran li cihên çepal xwarina xwe peyda dike. Ev keftar di 2016an li gundê Dêrika Miqûrê yê Farqînê hatibû dîtin[çavkanî hewce ye].
Li Wiki Commons medyayên di warê Keftar de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Keftar, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.