Hesin an jî Asin metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e.
Sembola wê Fe ye, ji bi latînî: ferrum "hesin". Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çarem e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e.
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Şeklê wê | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Bi tevayî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Nav, direfş, nimre | Hesin, Fe, 26 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Kom, vedor, blok | 8, 4, d | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Cure | Lajwerdên derbasiyê | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Tîrbûn | 7,874 g/cm³ | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Agahî | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Giraniya atomê | 55,845 u | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Nîveşkêla atomê | 140 (156) pm | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Nîveşkêla kovalansê | low-spin: 123 pm, high-spin: 152 pm | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Rêzbûna elektronan | [Ar] 3d6 4s2 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Xala helînê | 1811 K (1538°C) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Xala kelînê | 3134 K (2861°C) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Kabikê molî | 7,09 · 10−6 m³/mol | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Derenceya bilindbûnê | +2, +3, +4, +6 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Oksîdên xwe | FeO, Fe2O3, Fe3O4 | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Elektronegatîfî | 1,83 (Pauling-Skala) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Îzotop | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker (îng: reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena (îng: alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn.
Hinga hesin bi karbonê re heta germahiya 1420–1470K tê kelandin di hundirê şileya helînek a ku pêk tê de, 96,5% hesin û 3,5% karbon heye ku av amêjen weke hesinê darêjtî tê binavkirin. Lê berî ku ev amêjen were bikaranîn divê reaksiyona dekarburasyonê pêk were, ji ber ku ev amêje hê jî gelekî qurfok e.
Bikaranîna hesin a pêşin ji bo serikê rim, kêr û tiştên xemlê re pêk hatiye. Dîroka bikaranîna pêşîn a hesin digihe serdema Misiriyên kevn ku di dema berî zayînê 3500'î de bû. Bikaranîna hesin li ser serdema bronzê bandoreke mezin kiriye ku alavên şer ên qewîn bi hesin hatine çêkirin. Lê dîsa jî ji ber ku hesin bi bandora korozyonê xera dibe gelek mînakên berê yên ji hesin çêkirine nîn in. Mînakên alavên ji hesin çêkirine hene ku li herêma Mezopotamya hatine dîtin û dîroka wan digihîje 2000'ê berî zayînê. Herwiha di dîrokê de ku ji ber dîtin û bikaranîna hesin bi navê Serdema hesin tê bilêvkirin, li cîhanê di navbera salên cur bi cur pêk hatiye. Mînak serdema hesin li Mezopotamya di navbera sedsalên 13 û 6'ên berî zayînê de pêk hatiye.
Berhemên helandî yên hesinî ku li Hindistanê hatine dîtin digihine salên 1800 û 1200'ên berî zayînê. Herwiha berhemên hesinî yên ji herêma Levante digihine salên 1500'ê berî zayînê. Bikaranîna hesina a li Ewropa hinekî dereng çêbûye. Li Ewropa hesinê darêjtî yê pêşî li Swêdê pêk hatiye. Di dema pêşketina sanayî ya Ewropa de rola hesin pir girîng bû. Piştî vê re li cîhanê heta roja me hertim bi awayekî payebilind hatiye bikaranîn. Hesinê darêjtî cara pêşî li Çînê di sala 550'ê berî zayînê de hatiye bikaranîn.
Di serdema kevnare de sembola yezdanê şer Mars herwiha ji bo hesin jî dihate bikaranîn.
Hesin di nav hemû lajwerdan de ya herî pirr tê bikaranîn e. Metalên ku li cîhanê tên çêkirin 95% hesin in. Ji ber bihayê wê yê erzan û bikaranîna hêsan; di qadên mîna tirimbêlçêkirin, keştîçêkirin, avahî û hwd de gelekî tê bikaranîn.
Antoine Lavoisier ji bo bidestxistina hîdrojen ê, reaksiyona hilma avê ya ku di hundirê wê de hesina lajwerdî hebû, di nava tûpekî birqokî de ji bo îspatkirina parastina gomlatê pêk anî. Oksîdasyona anaerobîk a bi hesin a di bin tîna bilind de dikare weke reaksiyonên jêr werin nivîsandin:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Hesin, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.