Alfabe koma sembolên standard (tîp) yên di zimanekî de ji bo nivîsandinê tên bikaranîn e.
Peyva alfabe ji zimanê grekên berê tê. Alfabe ji navên herdu tîpên grekî yên pêşin, Alfa û Beta, çêbûye. Paşê jî ereban alfabeya xwe çêkirin û navên wan tîpên siftê Elif û Be bûn. Wê lewma şûna Alfabe, berê digotin Elifba.
Di alfabeyê da, pir hindik, her dengek bi sembolekê tê nivîsandin. Di dîrokê re û heta niha hin systemên din, mina logografî û sîlabarî jî ji bo nivîsandinê hatin bi kar anîn. Alfabe ji wan sisteman yek e. Gorî bi kar anînê dengdêrên zimên alfabe di sê koman da topdibin.
Li cîhanê gelek cureyên alfabeyên mîna alfabeya latînî, alfabeya erebî, alfabeya kîrîl (sîrîlîk), û hwd hene.
Ji bo alfabeyên ku kurd bi kar tînin binihêre: alfabeyên kurdî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Alfabe, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.