Хуссар Ирыстонэ Южная Осетия სამხრეთი ოსეთი | |||||
Başûrê Alanistanê Başûrê Osêtê | |||||
| |||||
Zimanên fermî | Alanî, Rûsî | ||||
Paytext | Çînwalî | ||||
Sîstema siyasî | |||||
- Serokdewlet - Serokwezîr | Eduard Kokoity Yuri Morosow | ||||
Rûerd - Giştî | 3885 km2 | ||||
Gelhe - Giştî - Berbelavî | 75.000 (2004) kes 19 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 20ê îlonê 1990 damezrandin, lê bi piranî dewletan nêye naskirin. | ||||
Dirav | Rûbelê Rûsya | ||||
Dem | UTC+2 | ||||
Nîşana înternetê | .rs | ||||
Koda telefonê | +373 |
Başûrê Alanistanê an jî Başûrê Osêtê (bi Gurcî:სამხრეთი ოსეთი/Samşretî Osetî, Osetî/Хуссар Ирыстон / Hussar Iriston, Rûsî: Южная Осетия/ Južnaja Osetija) herêmeka dikeve navbera navçeya Rûsyayê Alanistan Bakur û Gurcîstanê ye. Dewletbûna vê herêmê biniqaşe û her çiqas wê serbixwebûna xwe û veqetîna xweyê ji Gûrcîstanê dazanîn jî der Rûsyayê ve tu dewletan ew wek dewlet nas nekiriye. Wê ji sala 1990an virve xwe bin hîmayê Rûsyayê de xwe wek dewleta serbixwe daye zanîne. Di 26ê tebaxê 2008an de serxwebûna Osetyaya Başûr û Abxazya nas kir. Lê heta niha der Rûsyayê ve va qirara nepijirandiye.
Paytexta Osetyaya Başûr Çînwalî ye. Sînorên welêt li bakur bi Rûsya û wekî din jî bi Gûrcîstanê ve heye. Rûerda wêyê dorê 3.885 çargoşekîlomtre digire.
Alanistan Serxebûna xwe di sala 1990an de daye zanîn virve nêvbera Gûrcîstan-Rûsya û Alanistanê ve şerr dem bi dem didomînine. Dîsa di meheya tebaxê 2008an de dîsa hêzên Gûrcîstanê Alanistan dagir kir û ser vê ve Rûsyayê jî dest bi êrîşên ser Gûrcîstanê kir. Çend rojan pê re Rûsyayê Alanistan dest xwe xist û Gûrcîstan ji Alanistanê bi der xist û di 26ê tebaxê 2008an de ew wek dewleta serbixwe nas kir.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Başûrê Alanistanê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.