Besta Binavî Ya Mezin

Besta Mezin a Mercanî yan Girebesta Mezin a Mercanî yan jî Resîfa Mezin (bi îngilîzî: Great Barrier Reef) navê kome-besteke binavî ya peravên Awistraliyayê ye.

Resîfa herî mezin a erdê ye. Sala 1981ê ji aliyê UNESCOyê ve wekî mîrasê xwezaya erdê hatiye binavkirin. Carnan wê wekî "yek ji heft nuwazeyên cîhanê" jî binavdikin. 11ê hezîranê 1770 deryavanê brîtanî James Cook vedîtina vê bestê dike.

Besta Binavî Ya Mezin
Wênegirtin ji satelîtê
Besta Binavî Ya Mezin
Wêne binê avê nîşan dide, wergirtin ji babirokê
Besta Binavî Ya Mezin
Masîstêrk

Çiye best, resîf?

Bana binavî ye. Çawa li rûyê erdê bilindahî, newal, ban, zixur, gelî ûed hene, li binê avê jî wisa ye. Besta binavî dikare kûr an ji bendên biçûk dorgirtî be.

Ev der bi taybetiya xwe ya erdnîgarî tê naskirin. Bo mînak li vir kevz, midye, masî ûêd ji devedorê xwe cuda ne. Mirov çawa best, ban û geliyên ser erdê binav dike, yên binavî jî wisa.

Taybetiyên gir-bestê

Ev besta mezin ji 2.900 best, 900 giravan pêk tê. Rûerda wê lo dora 344.400 km², dirêjiya wê 2.600 km ye. Li Deryaya Mercanê ku li bakurê rojhilatê Awistraliyayê dikeve ye.

Li vê kome-resîfê ekosîstemeke taybet heye. Gelek cureyên hûf (balîna), pişemasî (medûz), mircan (cure masiyek, pagrus pagrus), li dora milyonek cureyên masiyan ûêd dijîn. Ji aliyê turîzma deryayê ve balkêş e.

Tags:

11ê hezîranê1981AwistraliyaBrîtanîErdUNESCO

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

QazaxistanTsunamîMêzgirDayikPêşdîrokYekîtiya EwropayêAwat BokanîCeladet Alî BedirxanMêrdîn (bajar)QonyeLîsteya xanedan û dewletên kurdanRojhilata Kurdistanê22ê çiriya paşînŞahmaranViyanaLekîWîkîpediyaya kurdîRamses II2024Fatime Loreya Goranî13ê sibatêKanadaDîlokArnold SchwarzeneggerSedrencBitcoinRemzî NafîMezopotamya1979Korêya BakurQilabanAwistralyaŞahê BedoDiyarBeyro, XinûsMedyaya civakîGola WanêZiya GökalpReggaeAli ÇiçekKurdên SwêdêKoksenFatih Mehmet MaçoğluHekarî (parêzgeh)Şerê Cîhanî yê DuyemKlasîzmGilgamêş (destan)Buse MeralBouquemaisonGoogleTirkmenistanTirşik (malper)ZerdeştSerbistanMac OS XMereş (parêzgeh)PêşmergeMicrosoft WindowsGotinên pêşiyanBoris JohnsonAlêbanAkif YılmazXelfetî (navçe)Sedsala 20anJair Bolsonaro🡆 More